Rûmal

Encamên Hilbijartinên encûmena parêzgehan: Kurdan li Kerkûkê piraniya dengan bi dest xistine

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin û Kurdan li Kerkûkê piraniya dengan bidest xistine.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro 19.12.2023an encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan aşkere kirin, Kurdan jî li Kerkûkê piraniya dengan bidest xistine.

Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bidest xistine.

Herwiha Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye, li parêzgeha Kerkûkê herî zêde deng bidest xistine, ew jî 139 hezar û 373 deng in.

 Ji pêkhateya ereban a Kerkûkê jî, lîsteya Iroba 46 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Erebî 98 hezar û 174 deng û Hevpeymaniya Qiyade jî 59 hezar û 430 deng bidest xistine.

Di nav pêkhateyên Tirkmenan de, Bereya Tirkmenan 72 hezar û 281 deng û Hevpeymaniya Kerkûkuna jî, 21 hezar û 114 deng bi dest xistin.

Li ser asta lîsteyên din ên Kurdî, lîsteya Newewan 24 hezar û 620 deng, Hevpeymaniya Meşaleya Kerkûkê (Yekgirtû û Komel) 6 hezar û 655 deng û Lîsteya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê jî 377 deng bi dest xistin.

Roja 16 û 18ê Berçileya 2023an, proseya dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan birêve çû. Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariyê li parêzgeha Kerkûkê gihişte %66.

Li gorî yasaya nû ya hilbijartinên Iraqê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 15 kursiyên giştî û kursiyekî kotayê ji bo Kirîstiyanan pêk tê. Çavê Kurdên Kerkûkê li wê ye ku parêzgarekî Kurd destnîşan bikin.