Viyan Silêman: Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji bo hişyarkirina jinan kar dike

Viyan Silêman
Viyan Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) – Sikirtêra Yekîtiya Afretên Kurdistanê amajeyê dide wê yekê ku, yek ji armancên damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê perwerdekirina nifşan bi hizira neteweyî ye. Herwesa dibêje, jin tenê hebûneka fîzîkî nîne, belkî hebûna wê nirxê wê yê mezin e, ku aştîxwaz û perwerdekar e.

Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Sikirtêra Yekîtiya Afretên Kurdistanê Viyan Silêman taybet ji K24ê re ragehand, yek ji armancên damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê perwerdekirina nifşan bi hizira neteweyî ye, ku Barzaniyê Nemir û Serok Barzanî jî berdewam ew armanc tekez kiriye.

Sikirtêra Yekîtiya Afretên Kurdistanê amaje da wê yekê ku, jinên Kurdistanê berdewam rolekê giring di civakê de hebûye û tevlî xebata siyasî û şoreşgêrî bûne.

Behsa wê yekê jî kir ku, Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji bo hişyarkirina jinan ji bo perwerdekirina nifşan û tevlîbûna berhingarbûna tundûtîjî û edetên nehejî di civakê de kar dike.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, erkê wan xizmetkirina jinên Kurdistanê û paldana wan ji bo tevlîbûna zêdetir pêşkeftina Herêma Kurdistanê û avakirina aborekê bihêz û parvekirina aştiyê û pêkvejiyanê û ewlehiya civakî ye.

Sikirtêra Yekîtiya Afretên Kurdistanê ron kir ku, yek ji erkên wan berhingarbûna wan edetan e yên ku ji nû ve rûbirûyî jinên Kurdistanê dibin.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, ji bo vî erkê xwe pişta xwe bi piroseya hişyarkirinê ve girê didin û dixwazin jinan ji wan têgehiştinên nerênî yên ku di derheqa wan de hene hişyar bikin.