Civata Ewlehiyê ya Navdewletî: Biryar e îro deng bi reşnivîsa biryarnameyekê li ser rewşa Xezzeyê bê dan

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî
Civata Ewlehiyê ya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro (În, 22ê Beçileya 2023ê) Civata Ewlehiyê ya Navdewletî bi armanca baştirkirina rewşa mirovî li Xezzeyê deng bi reşnivîsa biryarnameyekê bide.

Doh êvarê Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield ragehand, “Me vê heftiyê bi Îmarat û Misrê û welatên din re gelek kar kiriye ji bo ku em bigehin biryarekê û bikarin piştgiriyê bikin”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Reşnivîsa vê biryarnameyê lawaz nîne, belkî gelek bihêz e û ji aliyê komên Erebî ve piştevaniyeka temam jê re tê kirin”.

Balyoza Amerîkayê piştrast kir ku, “Tekista nû rêyê bi pêşkêşkirina arîkariyên mirovî ji bo wan kesan dide yên ku pêdivî ne”.

Reşnivîsa wê biryarnameyê di weşana xwe ya nû de, ku doh (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) hatiye darêtin, daxwaza pilanên bilez dike ji bo ku yekser rê bi arîkariyên mirovî bê dan ku bi silametî û bê berbest bigehin welatiyên Xezzeyê, herwesa derfet ji bo rawestandina şerî bê çêkirin.

Fly Erbil Advertisment