Gundekî Çemçemalê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dronekê gundekî navçeya Çemçemal bombe kir. Rêveberê Nahiyeya Axcelerê jî navçeyê got: “Cihê hatiye bombebarankirin, sivîl lê dijîn.”
Rêveberê nahiyeya Axcelerê HêmIn Behcet ji K24ê re ragihand, dronekê îro demjimêr 14:15 gundê Çenartû yê li navçeya Axcelerê ya ser bi qezaya Çemçemalê ve bombebaran kir.
Got jî: “Cihê hatiye bombebarankirin, malên sivîlan lê ye û heta niha dron li asmanê gund difire, lewra em nikarin ziyanên canî û madî bizanin.”
Ev yek di demekê de ye, duh 27-12-2023an jî dronekê du caran derdora gundê Tuteqel ê ser bi navçeya Axcelerê ve bombebaran kiribû.
Pêştir Rêveberê Nahiya Axcelerê ji K24ê re gotibû, çekdarên PKKê li nav gundên wê navçeyê digerin û çendîn caran ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatibûn bombebarankirin.
Aloziyên di navbera Tirkiye û PKK’ê de ji sala 1984an ve didomin. Li gorî amarên nefermî dî, di şerê navbera herdu aliyan de, zêdetirî 40 hezar kes hatine kuştin.