Sê caran erdhej li Geverê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê erdhej bi gorî 4.4, 3.5 û 4.5 pileyên Rêxterê li Gevera devera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê çê bûn.
Îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ragihand ku li Gevera devera Colemergê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.4, 3.5 û 4.5 sê erdhej çê bûne.
AFAD’ê ragihand ku seet 19.37ê li Gevera devera Colemergê bi gorî 4.4 pileyên Rêxterê û seet 19.56ê bi gorî 3.5 pileyên Rêxterê du caran erd hejiya û kûrahîya wê heta 7 kîlometreyan çûye.
Herwesa hat ragihandin ku ew erdhej li hinek bajarên deverê û li herêmê hatine hîs kirin.
Seet 20.05ê jî erdhejeka din bi gorî 4.5 pileyên Rêxterê li Colemergê çe bû, yanî di navbera 40 deqîqeyan de bûn 3 erdhej.