Dem Partî namzetên xwe bi rêya pêşhilbijartinan diyar dike

Diyarbekir (K24) – Dem Partiyê biryar daye ku namzetên xwe yên bo hilbijartinên şaredariyan bi pêşhilbijartinan diyar bike, welatî vê yekê bi erênî pêşwazî dikin û bernamzet jî dibêjin girîng e ku namzetên çand û pirsgirêkên civakê baş bizanibin werin nîşandan.

Pêvajoya diyarkirina namzetan bo hilbijartinên şaredariyan di nava Dem Partiyê de berdewam e û Dem Partî dê namzetên xwe bi rêya pêşhilbijartinan diyar bike, bo vê pêvajoyê jî dê 90 sendoq werin danîn, 100 hezar endamên Dem Partiyê dê deng bidin û heta niha jî 5 hezar kesan bo bernamzetiyê serîlêdan kirine. Bernamzetên ku ji Dem Partiyê serîlêdan kirine rêbaza pêşhilbijartinê wek rêbazek di cih de dibînin û amaje dikin divê namzet li gorî dilê civakê bin.

Bernamzetê Dem Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatûn ji K24ê re got: “Di rêbaza pêşhilbijartinan de hemû endamên partiye konsolide dibin. Girîng e ku hemu endamên partiyê di diyarkirina namzetan de nêrînên xwe parve bikin. Ez bawer im dê kurdistanê de ev  rêbaz êdî were bikaranîn.”

Welatiyên Bakurê Kurdistanê jî amaje dikin ku beriya namzet diyar bibin divê nêrîn û pêşniyarên civakê jî werin standin da ku pêşî li diyarkirina namzetên ji rastiyên civakê dûr in were girtin û rêbaza pêşhilbijartinê jî bi erênî pêşwazî dikin.

Welatî: “Ev kar wisa bi serê xwe biryardanê nabê, divê nêrîna gel jî were standin, divê were pirsîn ku ka gelo gel çi difikire.”

Welatî: “Divê bi rêbazeke demokratîk nav xwe de ji hev bipirsin ku kîjan namzet baş e ew bnamzet were nîşandan.”

Welatî: “Me ji yên berê ji xêrek nedît, niha ji xelkê bipirsin dê baştir bibe.”

Di hilbijartinên berê de rexne ew bû ku namzetên sepandî dihatin nîşandan û niha Dem Partî ji bo ku pêşî li wan rexneyan bigire namzetên ku bi dilê civakê be dê nîşan bide.

Fly Erbil Advertisment