Wezîrên Tendirustiyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê tekezê li ser çarekirina arêşeyên tendirustî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê amajeyê dide hebûna peywendiyeka bihêz di navbera wezareta wan û Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina tevaya arêşeyên tendirustiyê. Herwesa Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekezê li ser pêşxistina peywendî û hevahengiyên navbera her du aliyan dide.
Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Hesnawî îro (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand, peywendiyeka bihêz bi Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye ji bo çarekirina tevaya arêşeyên tendirustiyê.
Ron jî kir, peywendiyên wan li ser astê tendirustiyê berfireh in pêkve kar dikin ji bo çarekirina arêşeyên tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqê. Bal kişand ser wê yekê jî ku di dema serhildana vîrosa Koronayê de, hevahengî û peywendiyên wan pêkve paralel bûn.
Salih Hesnawî bi merema tevlîbûna konfiransa zanistî ya zanîngeha Hewlêrê û kolîja pizişkî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye û biryar e tevlî yek ji panelan jî bibe. Navbirî dilxweşiya xwe ji bo amadebûna xwe li Hewlêrê diyar kir.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî Ji aliyê xwe ve ragehand, di vê konfiransê de panelekê hevpar bi Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê re heye.
Behsa wê yekê jî kir ku biyavê tendirustiyê berdewam pêdivîtî bi pêşkeftina warê zanistî û tendirustiyê heye, ji bo wê meremê jî bi Wezareta Tendirustiyê ya Îraqê re berdewam hevahnegî heye û taybet di guhertina şandên xwe de. Herwesa got ku, ev konfirans derfetek e ji bo zêdetir bihêzkirina peywendiyên navbera wan.