Namzedên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê diyar bûn

Serra Bûcak û Dogan Hatûn
Serra Bûcak û Dogan Hatûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serra Bûcak û Dogan Hatûn  bûn namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê. 

Dengdayîna ji bo diyarkirina namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li 17 navçeyan bi dawî bû.

Pêştir ku Serra Bûcak di gera yekem de hatibû hilbijartin. Duhî di gera duyam de, Dogan Hatûn ji sedî 64'ê dengan girtin û bû namzetê hevşaredariyê. 

Biryar e hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê roja 31ê Adara 2024an li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.

Fly Erbil Advertisment