Elî Dolemerî: Em dê baştirîn mekanîzm ji bo xizmetkirina revenda Kurdî li welatên cîhanê peyda bikin

Elî Dolemerî
Elî Dolemerî

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê amaje da, “Li Konfiransa Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar hat dan ku baştirîn mekanîzm ji bo xizmetkirina revenda Kurdî li welatên cîhanê bê peyda kirin”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî îro (Duşem, 29.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro li Konfiransa Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê du tewerên gelek giring hatin behskirin”.

Navbirî herwesa amaje da, “Di tewerê yekê de; me bi Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re biryar da ku baştirîn mekanîzm ji bo xizmetkirina welatiyên xwe peyda bikin, xasma revenda Kurdistanî li welatên cîhanê, ji ber ku hejmareka zêde ya revenda Kurdistanî li derve dijî û pêdivîtî bi xizmetkariyan heye”.

Elî Dolemerî herwesa got, “Di tewerê duyê yê Konfiransa Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de behsa piroseya çaksaziyê hat kirin, xasma karên gelek baş di wê piroseyê de hatine kirin. Me jî wekî nûnerîtî guhdariya wê bernameyê kir û em fêr bûn ku tê de em çawa bikarin tevlî wê pêngava kabîneya nehê bibin”.

Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konfiransa Sêyê ya Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh (Yekşem, 28.1.2024) li Hewlêrê hat destpêkirin.

Fly Erbil Advertisment