Kirmanc Mihemed: Navendeka çandina mejî ji bo nexweşên penceşêrê li Hewlêrê tê vekirin

Kirmanc Mihemed
Kirmanc Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Kargêrî yê Nexweşxaneya Nanekelê dibêje, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh milyarek û 600 milyon dînaran ji bo nexweşên penceşêrê terxan kirine”.

Birêveberê Kargêrî yê Nexweşxaneya Nanekelê Kirmanc Mihemed ji K24ê re ragehand, “Her roj gelek ji kompanî û rêkxistinên ku mijûlî karên xêrxwaziyê û pêşkêşkirinê ne pêdivîtiyên pizişkî û dermanan ji bo nexweşxaneya Nanekelê dabîn dikin, lê barê giran li ser milên  Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sindoqa Arîkariyan a Nexweşên Penceşêrê ye”.

Herwesa amaje da, “Piştî çend danûstandinan li gel rêkxistina Heyva Sor a Qeterî, îro biryar da wekî qonaxa yekê hejmareka baş a derman û pêdivîtiyên pizişkî pêşkêşî nexweşxaneya Nanekelê bike û soz jî daye ku arîkariyên wê berdewam bin”.

Kirmanc Mihemed tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal zêdetirîn derman û pêdivîtiyên pizişkî ji bo nexweşên penceşêrê dabîn dike, piştî wê jî Hikûmeta Îraqê hindek ji pêdivîtiyên çareseriyê ji bo wê nexweşxaneyê dişîne, herwesa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Nanekelê û Rêkxistina Heyva Sor a Qeterî jî herî zêde arîkariyên pizişkî pêşkêşî nexweşxaneya Nanekelê dikin”.

Navbirî her dîsa got, “Piştî Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karî kirî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî her meh milyarek û 600 milyon dînaran ji bo nexweşên penceşêrê li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê terxan kirine, herwesa Hikûmeta Îraqê jî her meh hejmareka dermanan dişîne û Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî hejmareka dermanan dabîn dike”.

Herwesa amaje da, “Tenê par bi du milyar dînaran nexwşên penceşêrê bi merema neştergeriya çandina mejî ji bo derveyê welatî hatin şandin, îsal jî çar milyar dînar ji bo şandina nexweşan ji bo derveyê welatî hatine berhevkirin”.

Kirmanc Mihemed bal kişand ser wê yekê jî ku nêzî 14 navendên tendirustiyê li Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya nexweşiya penceşêrê hene, li sala 2023ê hezar û 811 nexweşan serdana nexweşxaneya Nanekelê kiriye.

Birêveberê Kargêrî yê Nexweşxaneya Nanekelê li dawiyê amaje da, “Hemî navendên çareseriya penceşêrê li Herêma Kurdistanê bi standardên navdewletî kar dikin û çi kêmûkasî nînin, herwesa niha Sindoqa Nexweşên Penceşêrê mijûlî wê yekê ye ku Navenda Çandina Mejî li Hewlêrê veke”.

Fly Erbil Advertisment