Dr. Danîş Mehmûd: Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo çareseriya penceşêrê berê xwe dide Herêma Kurdistanê

Dr. Danîş Mehmûd
Dr. Danîş Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewşa penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, tê gotin ku li vê dawiyê hejmara kesên ku bi penceşêrê keftine 40% zêde bûye.

Şarezayê Penceşêrê Dr. Danîş Mehmûd li ser vê mijarê taybet ji K24ê re ragehand, “Li vê dawiyê û xasma ji sala 2012ê ve rêjeya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û sedema serekî jî pîsbûna jîngehê ye”.

Dr. Danîş ron jî kir, “Jîngeha me gelek pîs bûye û vê yekê jî çend sedem hene. Yek ji sedeman ew e ku kareba niştîmanî nîne, karebaya me bi jeneratoran e û mazota wan jeneratoran jîngehê pîs dike. Sedemek ew e ku tevaya erebeyên me bi mazotê kar dikin. Sedemek jî ew e ku cihên derxistina petrolê nêzî cihên akincîbûna xelkî ye”.

Navbirî li ser wê yekê ku jî li Dêrikê rêjeya penceşêrê zêdetir e got, “Divê cihên derxistina petrolê bi kêmî ve pênc kîlometran ji cihên akincîbûna mirovan dûr bin ji ber ku ew pêkhat û gazên jehrîn ên ku ji nav petrolê derdikevin sedemên serekî yên penceşêrê ne. Ew sedemên serekî ne ku rêjeya nexweşên penceşêrê li wê derê zêdetir e”.

Di derheqa çarekirina nexweşên penceşêrê de jî got, “Em dikarin pişkinînan ji nexweşan re bikin û diyar bikin ku wan penceşêr heye an ne, lê çi navendek li cem nîne ku dermanan belaş bide xelkî”.

Şarezayê penceşêrê her dîsa amaje da, “Vê dawiyê li cem me dolar giran bû, lewma derman jî giran bûn. Heta niha derman ji bo xelkî belaş nînin, lewma xelk neçar dibe ku berê xwe bide Herêma Kurdistanê yan Şamê ji ber ku li wan deran dermanan belaş didin xelkî”.

Fly Erbil Advertisment