Çekdar Mizûrî: Îsal nexweşxaneyeka çareseriya penceşêrê li Dihokê tê vekirin

Çekdar Mizûrî
Çekdar Mizûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Pişka Penceşêrê li Dihokê amajeyê dide, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh milyarek û 600 milyon dînar ji bo çareseriya penceşêrê ji bo parêzgehên Kurdistanê terxan kirine”.

Cîgirê Serokê Pişka Penceşêrê li Dihokê Çekdar Mizûrî ji K24ê re ragehand, “Niha li Dihokê tenê senterek ji bo çareseriya penceşêrê heye, lê li nîva îsal bi rengekê fermî nexweşxaneyka taybet ji bo çareseriya penceşêrê dê li Dihokê bê vekirin”.

Cîgirê Serokê Pişka Penceşêrê li Dihokê amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kabîneya xwe ya nehê de giringiyeka taybet daye çareseriya penceşêrê û xasma ji aliyê dabînkirina amûr û dermanan ve”.

Çekdar Mizûrî got, “Niha li parêzgeha Dihokê piraniya derman û amûrên çareseriya penceşêrê berdest in û êdî pêdivî nake nexweşên vê parêzgehê ji bo çareseriyê biçin derveyê welatî an jî bajarên dî yên Herêma Kurdistanê”.

Herwesa got, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh milyarek û 600 milyon dînar ji bo çareseriya penceşêrê ji bo parêzgehên Kurdistanê terxan kirine”.

Li dû amarekê ku Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di konfiranseka rojnamevanî de amaje bi wê dabû, li sala 2023ê li parêzgeha Hewlêrê 5456 kes tûşî penceşêrê bûne ku dibe 55%, li parêzgeha Silêmaniyê 3275 kes tûş bûne ku dibe 33% û li parêzgeha Dihokê jî 1180 kes tûş bûne ku dibe 12%.

Li beranberî sala 2022ê, rêjeya penceşêrê bilind bûye, ku li sala 2022ê 9061 kes tûş bûbûn, lê li sala 2023ê 9911 kes tûş bûne.

Fly Erbil Advertisment