Başak Demîrtaş nabe namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê

Başak Demîrtaş
Başak Demîrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevjîna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş ji namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê vekişîya.

Başak Demîrtaş hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş ku daxwaz kiribû ew  bibe namzeda DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, îro 7ê Sibatê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, wê bi hevahengî ligel DEM Partiyê biryar daye ku nebe namzed.

Başak Demîrtaş di daxuyaniya xwe de wiha got: “Min diyar kir ku ez amade me ku berpirsyariya namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bicih bînim da ku piştgiriyeke xurt bidim polîtîkaya hilbijartina herêmî ya ku partiya me bi baldarî dimeşîne.

Roja duşemê 05.02.2024 min bi heyeteke nûnertiya Partiya me re hevdîtin pêk anî û di derbarê hemû geşedanan de hatim agahdarkirin. Di encama şêwirên me yên hevbeş de, Partiya me em bi rêz girtin û diyar kirin ku wan ji vê daxuyaniya îradeyê hêz girtiye.

Em spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêşî navenda DEM Partiya û gelê xwe yê rêzdar dikin ku di gotûbêjên namzediyê de piştgirî û baweriya xwe bi hemû awayî pêşkêşî me kirin.

Lê belê di vê qonaxê de, me bi Partiya xwe re lihevkirinek hevpar pêk anîye ku beyannameya min a namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê veneguhere serlêdanê.

Divê hemû gelê me û endamên partiya me zanibin ku hemû biryar bi hemahengiya ligel Partiya me hatine girtin. Namzetên ku Partiya me dê di rojên pêş de ragihîne, dê bibin namzetên me hemûyan û em ê bi hemû hêz û xebata xwe ji bo serkeftina Partiya xwe li pişt van hevalên hêja rawestin.

Em bi taybetî daxwaz dikin ku ji bilî daxuyaniyên fermî yên partiya me, ti daxuyanî neyên sitandin û rêz ji ti spekulasyonan re neyê dayîn. Em ê hemû bi hev re biser bikevin, çi dibe bila bibe, yek ji prensîbên me yên bingehîn ên demokrasiyê; Em ê ti carî dest ji lêgerîna edalet, wekhevî û aştiyê bernedin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

 

Fly Erbil Advertisment