Demirtaş: Daxuyaniya namzediya Başakê ji bo bihêzkirina partiya me bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî û Sarûhan Oluç li Zîndana Edîrneyê serdana Selahettîn Demîrtaş kirin û derbarî pêşhatên dawiyê de peyama Demîrtaş gihandin.
Parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li pêş zîndana Edîrneyê ragihand, wî Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Oluç serdana Selahedîn Demîrtaş û Selçuk Mizraklî kirin û got, Demirtaş wek her demê siyasetê ji nêz ve dişopîne.
Tîryakî got jî: “Li ser namzedbûn û vekişîna birêz Başak Demîrtaş peyama wî heye. Demîrtaş got: Daxuyaniya Başak ya namzetbûna şaredarîyê, ji bo bihêzkirina partiya me bû, daxuyaniya vekişînê jî dîsa bi zanebûna partiyê bûye. Ev prose hemû bi hev re hatine birêve birin. Bila gelê me bizane, baweriya gelê me bi me hebe, em dizanin çi dikin. Em yek in, ti cudahî û dubendî di navbera me de nîne. Bila kes guh nede kesên ku dixwazin mêjiyê gel tevlihev bikin.”
Ev daxuyaniya Demîrtaş piştî wê tê, hevjîna vî Başak Demîrtaş îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, wê bi hevahengî ligel DEM Partiyê biryar daye ku nebe namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.