Rêjeya bêkariyê li Efrînê zêdetir bûye
Efrîn (K24) – Rêjeya bêkariyê li bajarê Efrînê ji ber nebûna derfetên kar zêde dibe. Karker û xwediyên kargehên curbicur ên pîşesazî li bajêr dibêjin, ew di rewşeke dijwar a aborî re derbas dibin û rewşa wan a darayî li gorî salên borî xerabtir bûye.
Rewşa xirab a aborî bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê herêma Efrînê kiriye, bi taybet karker û xwediyê kargeh û pîşeyan cuda û bûye sedem ku rêjeya bêkariyê di nav xelkê de bigihê asteke bilind.
Tevî astengî û zehmetiyên jiyanê û rewşa xerab a aboriyê, lê xelkê bajêr, xwediyên kar û pîşeyan bi hemû şiyanên xwe kar dikin, da ku bikaribin zarokên xwe mezin bikin û pîşeyên ku ji bav û kalên xwe wergirtine biparêzin.
Xwediyê dikaneke çakkirina otomobîlan Mihemed Yûsif dibêje: “25 sal in ez vî karî dikim. Min ev kar ji bavê xwe wergirt. Niha rewşa jiyanê têk çûye û bihabûn çêbûye. Pêştir 15-16 karker li vê dikanê kar dikin, lê niha min daxistiye tenê 5-6 karkeran, ji ber ku kar sist bûye.
Her karkerek bi 3 dolaran, 12 demjimêran dixebe ku debara malbata xwe bike, Bbi ser de jî, gelek kes neçar dimînin ku du karan bikin ji ber ku dahata wan pir kêm e û têra wan nake.
Karker Sîmon Elî: “Pêştir ji niha çêtir bû. Niha kar li navçeya pîşesaziyê gelekî xirab e û em rûniştine. Pêştir me di hefteyekê de heta 30 perçeyê dirust dikin, niha nagihe 10 perçeyan.”
Karker Mihemed Xalidî: “Rewşa debarê jiyanê gelekî zehmet bûye. Mehê min 100 dolar e, ev jî bi carekê têra me nake û yekser ez wê ji bo kirêya xanî didim.”
Di van salên dawî de, piştî têkçûna rewşa aborî û daketina nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolar û bilindbûna nirxê kereste û kelûpelan, ziyaneke mezin gihîştiya welatiyan û krîz bûye sedema girtina hejmareke mezin ji kampanya û dikanan û rêjeya bêkariyê li Efrîn zêde bibe.