Parêzgarê Diyarbekir: Di 14 mehan de 13861 operasyon dijî rêxistinên neyasayî hatine kirin
Diyarbekir (K24) – Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû da zanîn ku 14 mehan de li Diyarbekirê dijî rêxistinên neyasayî 13 hezar û 861 operasyon hatine li darxistin û 937 kes hatine binçavkirin.
Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû derbarê operasyonên navbera 1ê Rêbendana 2023-29ê Sibata 2024an de hatine li darxistin de agahiyên jimarî parve kir û bal kêşand wan kariye 14 mehan de pêşî li 19 êrîşan bigirin.
Sû da zanîn ku navbera dîrokên hatîn destnîşankirin de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve gund û bajar jî tê de bi tevahî 13 hezar û 861 operasyon li Diyarbekirê hatine li darxistin û van operasyonan de 44 endamên rêxistinên neyasayî hatine bêbandorkirin, 937 kes hatine binçavkirin, 222 kes jî hatine girtin û derbarê 372 kesan de jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn.
Parêzgarê Diyarbekirê da zanîn li dijî maddeyên hişbir jî 7 hezar û 689 operasyon hatine kirin û 8 hezar û 451 kes hatine girtin û 58 ton û 748 kîlo û 562 xram esrar hatiye bidestxistin.
Derbarê koçberên neyasyî de jî hat amajekirin ku 27 operasyon hatine kirin, 78 kes hatine binçavkirin, 45 kes hatine girtin, bo 16 kesan jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn û her wiha 714 koçber jî bo vegerandinê hatin radestkirin.