Demîrtaş ji ber bêrêziya pasewanên zîndanê hevdîtinên xwe li gel hemû kesan rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahettîn Demîrtaş, ji ber sivikatî û bêrêziya pasewanên zîndanê Edîrneyê li beramberî wî, hevdîtinên xwe li gel hemû kesan rawestandin.

Parêzerên Selahettîn Demîrtaş dan xuyakirin, ew ji bo serdanê çûne zîndana Edîrneyê, lê nekarîne bi Selahettîn Demîrtaş re hevdîtin pêk bînin.

Parêzeran dan zanîn, di Zîndana Edîrneyê de, bi fermana Wezareta Dadê, beriya hevdîtin û piştî hevdîtinê, lêgerîna laşî ya Selahettîn Demîrtaş destpê kiriye. Parêzeran got, Demîrtaş ev helwesta nû wek bêrêzî, sivakatî binav dike û biryar daye, ji vir û pê ve bi ti kesî re hevdîtinê neke.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) fermana Wezareta Dadê bi tundî şermezar kir û got, ev biryar binpêkirina rûmeta mirovî ye.

Fly Erbil Advertisment