Mesrûr Barzanî ji bo Parêzgerê Dihokê: Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji şevêdî were baran berdewam di nav bajêrê Dihokê de dibare û heta niha berdewam e, gelek lehî rabûne û gelek zirar ji ber wan lehiyan peyda bûne.
Li ser rabûna lehiyên îro yên bajarê Dihokê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 19.03.2024) peywendî bi Parêzgerê Dihokê kir û jê re got, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bikin”.
Mesrûr Barzanî herwesa tekez kiriye, “Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyeka bilez û pêdivî amade ye”.
Îro baraneke zêde li bajarê Dihokê bariye, lehî rabûne û gelek zirar peyda kirine. Li dû zanyaran, avê bi dehan erebe birine û du kes jî winda ne.