Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê bi wekalet kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Adara 2024an pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê bi wekalet Muhsên Mandelawî kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah amade bû, pêşhatên dawî yên di warê siyasî de hatin gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane û destûrî kirin ku tê de mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Di civînê de her wiha mafên destûrî yên hemû pêkhateyan hatin nîqaşkirin.

Fly Erbil Advertisment