PWK: Betalkirina serok şaredarîya Abdullah Zeydan binpêkirina îradeya gelê Wanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê derbarê biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan de ragihand, “Ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryareke nehiqûqî ye, keyfî ye, antî-demokratîk e û nîşana binpêkirina îradeya gelê Wanê ye.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya (PWK) wiha ye:

Betalkirina serok şaredarîya Abdullah Zeydanî, binpêkirina îradeya gelê Wanê ye

Hate ragehandin ku, Lijneya Hilbijartinê ya Wanê, serok şaredarîya Abdullah Zeydanî betal kirîye û wek sebep jî, gotîye ‘“Weke qanûnî mafê Abdullah Zeydanî tuneye ku bibe berbijêr”.

Lijneya Hilbijartinê ya Wanê di destpêkê de ji bo berbijêrîya serokatîya şaredarîya Wanê serîlêdana Abdullah Zeydanî qebûl kirîye û Abdullah Zeydanî jî li gorî vê qebûlkirinê bûye berbijêr. Lê nuha Lijneya Hilbijartinê ya Wanê birayara xwe ya ewil tune dihesibîne û dibêje ‘’Abdullah Zeydan nikare bibe berbijêr’’ Ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryareke nehiqûqî ye, keyfî ye, antî-demokratîk e û nîşana binpêkirina îradeya gelê Wanê ye.

Herweha di pêvajoyeke ku hîna di vê derbarê de hemû prosedura yasayî temam nebûye de, Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbeta daye berbijêrê AK Partîyê Abdulhalat Avrasî. Ev biryar jî berdewamîya binpêkirina îradeya gelê Wanê ye.

Divê demildest ev biryara antî-demokratîk, neqanûnî ku îradeya gelê Wanê binpê dike, bê rawestandin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbeteyê bide Abdullah Zeydan.

02.04.2024

 Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Fly Erbil Advertisment