Agirê bazara Lengê ya Hewlêrê hat kontrolkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Berevaniya Şaristanî agirê bazara Lengê ya Hewlêrê kontrol kirin ku îro danê sibê careke din agir pê ketibû.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrewdelî ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 7:50 careke din agir bi bazara Lengê ket û tîmên Berevaniya Şaristanî karîn agir kontrol bikin û niha di qonaxa sarkirinê de ye.
Mîrewdelî amaje bi wê kir, sedema agir ne diyar e, lê belê vê carê agir ji cara berê berfirehtir bûye û hejmarek dikan şewitîn.
Pêştir şeva 27ê Sibata borî jî agir bi bazarê Lengê ketibû û di encamê de, 166 dikan şewitîne û zirareke madî ya mezin çêbû.
Bazara Lengê ya Hewlêrê, ji bazarên navdar yên Hewlêrê ye, pêştir di sala 2018an de jî agir pê ketibû û piştre bi şêweyekî modern hatibû nûjenkirin, bi sedan dukan lê hene û hejmareke mezin ya welatiyan karê xwe tê de dikin.