Bi fermana Mesrûr Barzanî lîsta mamostayên wanebêj ji Bexdayê re tê şandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lîsta mamostayên wanebêj ên nedamezrandî li ser bingeha girêbestbûnê (tevaya wanbêjan) bi rêya Hikûmeta Herêma kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê re tê şandin.
Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) di ragehandinekê de eşkere kir, “Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî cejna Remezana pîroz, Wezareta Perwerdeyê dê amadekariyan bike ku lîsta mûçeyên mamostayên wanebêj ên nedamezrandî li ser bingeha girêbestbûnê (tevaya wanbêjan) bi rêya Hikûmeta Herêma kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê re bişîne û dê daxwaza terxankirina darayî ji Hikûmeta Îraqê bike, ku hemî mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistanê wekî girêbestên herdemî û bi hemî mûçexuran re mûçeyên xwe werbigirin”.
Wezîrê Perwerdeyê herwesa got, “Em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku piştevaniya vê pêngava hikûmetê bikin, di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavan dike ji bo ku vê mijarê ji bo mamostayên wanebêj bi cih bîne”.
Li dû gotina Alan Heme Seîd, li roja Sêşemê, 16ê Nîsana 2024ê, Wezareta Perwerdeyê dê lîsta tevaya mamostayên xwe yên wanebêj pêşkêşî Civata Wezîran bike ji bo ku bi rêya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê arasteyî Hikûmeta Îraqê bê kirin.
Nêzî 35 hezar û 550 wanebêjan li Herêma Kurdistanê hene, her meh 13 milyar û 200 dînar wekî mafên darayî ji aliyê Wezareta Darayî ve jê re tên terxankirin. Mûçeyên wan wanebêjên ku bawernameya Bekaliryosê heye 400 hezar dînar in û yên ku bawernameya diplomê heye 350 hezar dînar in.