Navenda Şûştina Gurçikan li qezaya Çomanê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Soranê ragehand, “Îro li Nexweşxaneya Çomanê, Navenda Şûştina Gurçikan hat vekirin ku ji bo welatiyên deverê giringiyeke zêde heye”.
Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Soranê Dr. Kameran Mela Mihemed ji K24ê re ragehand, “Ji ber giringiya devera Balekayetiyê li nik Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro (Duşem, 29.04.2024) Navenda Şûştina Gurçikan li Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê hat vekirin”.
Dr. Kameran Mela Mihemed amaje jî da, “Navenda Şûştina Gurçikan ji pênc textan pêk hatiye, yanî pênc amûrên şûştina Gurçikan berdest in ku diviyabû nexweşên Çomanê her heftiyê sê heta çar caran bi neçarî serdana Soranê kiriba, ew jî ji bo welatiyan rêyeke dûr û xerciyeke zêde ya hatin û çûnê bû”.
Navbirî herwesa got, “Niha me zêdetirî neh nexweşan li vê navendê hene lê rêje kêm û zêde dibe. Herwesa ew amûrên me niha dabîn kirine baştirîn amûrên şûştina gurçikan in, mezaxtiyê her amûrekî zêdetirî 20 hezar dolaran e û her şûştineke gurçikan li ser hikûmetê dibe 37 dolar”.
Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Soranê tekez jî kir, “Her nexweşek li derveyê nexweşxaneyên hikûmî yek car gurçikên xwe bişo, mezaxtiyê wê şûştinê digehe 200 heta 300 dolaran, ku ev jî ji bo nexweşan xerciyeke zêde ye”.