Dana Gas: Berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê asayî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya Dana Gasê radigehîne, “Astê berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê asayî bûye ve”.
Li dû ragehandina Kompaniya Dana Gasê, astê berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê gehiştiye di ser astê 500 milyon pê sêcarkî re.
Kompaniya Dana Gasê amaje jî daye, “Destpêkirina berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê bi pabendiya Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser ewlehî û silametiya wê zeviyê re hevdem e”.
Kompaniya nabvirî tekez jî kir ku, li ser parastina silametiya karkerên xwe yên ku li nav wê zeviyê kar dikin bi awayekî gelek baş pabend e.
Wê kompaniyê eşkere jî kir ku, dê li ser piştevanîkirina piroseya berhemanîna karebê li Kurdistanê berdewam be.
Ev di demekê de ye ku li roja Duşema borî ji ber êrîşa li ser Zeviya Kormorê asteng ji bo berhemanîna gazê çê bûn û wesa astê berhemanîna karebê li westgehên karebê dabezîn tomar kir.
Bi awayekî giştî astê berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê her rojê 520 milyon pê sêcarkî ye pilan wesa ye ku di îsal de astê berhemanînê ji bo 750 milyon pê sêcarkî bê bilindkirin.