Banka Bexdayê pesna pirojeya Hejmara Min dike
Banka Bexdayê li Herêma Kurdistanê xwediya 35 tayan û 24 amûrên derxistina pereyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Banka Bexdayê wekî yek ji bankên ku tevlî pirojeya Hejmara Min bûne behsa wê pirojeyê dike û wekî pirojeyeke giring binav dike.
Birêveberê Banka Bexdayê Ehmed Xelîl Merhon ji Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragehand ku, ew bank li sala 1992ê hatiye damezrandin û li sala 2004ê tayê wê yê Hewlêrê hatiye vekirin.
Ehmed Xelîl Merhon herwesa got, “Banka Bexdayê wekî yek ji bankên yekê yên Îraqê tê hesibandin ku xizmetkariyan pêşkêş dike, ji ber ku li salên 2021 û 2023ê wekî baştirîn bank li navxweya Îraqê hat hesibandin”.
Navbirî amaje jî da, “Banka Bexdayê wekî bankeke bawerpêkirî li Îraqê tê hesibandin û di çarçoveya Banka Navendî ya wî welatî de pereyê zêde heye”.
Birêveberê Banka Bexdayê eşkere jî kir, “Banka Bexdayê li tevaya Herêma Kurdistanê xwediya 35 tayan û 24 amûrên derxistina pereyî ye û em li ser zêdekirina wan amûran berdewam in jî, heta hejmara wan bigehe 50 amûran”.
Ehmed Xelîl Merhon di derheqa pirojeya Hejmara Min de got, “Hejmara min gelek feyde hene, feydeyê herî giring ew e ku ji bo welatiyan giring e mehane bi awayekî rêkûpêk mûçeyên xwe werbigirin, herwesa bi rêya Hejmara Min dikarin qeran jî werbigirin”.
Navbirî tekez jî kir, “Em şanaziyê dikin ku em pareke pirojeya Hejmara Min bin ku li dû pêşbîniyên me ew piroje dê li Herêma Kurdistanê serkeftinên mezin tomar bike”.
Birêveberê Banka Bexdayê eşkere jî kir, “Banka Bexdayê tevlî pirojeya Hejmara Min dibe”.
Pirojeya Hejmara Min ji sifirê dest pê kir û niha hejmara hisabên vekirî gehiştiye zêdetirî 300 hezarê û 200 hezar kartên bankan jî hatine radestkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê dike, “Hejmara Min tevaya şert û pêdivîtiyên Banka Navendî ya Îraqê bi cih anîne”.