Fewzî Herîrî: Nêçîrvan Barzanî ji bo mukomkirin û nûkirina peywendiyan diçe Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Armanca serekî ya serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê mukomkirin û nûkirina peywendiyên dualî ye”. Herwesa dibêje, “Divê Îran jî rêzê li serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê bigire”.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro (Yekşem, 05.05.2024) di derheqa serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê de ji K24ê re got, “Serokê Herêma Kurdistanê çend caran bi awayekî fermî ji bo Tehranê hatiye vexwandin. Niha rewş guncayî bû ji bo ku wê serdanê bike”.
Fewzî Herîrî amaje jî da, “Peywendiyeke siyasî û aborî ya dîrokî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye”. Herwesa got, “Çawa ku me bi Tirkiyeyê re baştirîn peywendî heye, divê em bi eynî arasteyî bi Îranê re jî bizaqvê bikin, lê di eynî demê de divê Îran jî rêzê li serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê bigire”.
Navbirî eşkere jî kir, “Armanca serekî ya serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê mukomkirina peywendiyan û nûkirina hin peywendiyan di hemî waran de ye”. Amaje jî da, “Em geşbîn in ku arêşe, eger hebin, bên çarekirin”.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em qet rêyê nadin ku çi metirsiyek ji Herêma kurdistanê bigehe Îran, Tirkiye û Sûriyeyê”.
Ew şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re serdana Tehranê dike ji Cîgirên Serok û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokatiyê û hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê pêk tê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di ragehandinekê de amaje da, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Tehranê de bi berpirsên bilind ên Îranê re bicive û dê li ser berdewamkirina peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û alîkariyên hevpar ên navbera wan û herwesa li ser pêşhatên deverê bi giştî danûstandin bikin.