Nêçîrvan Barzanî û Elî Xamineyî danûstandinan li ser çend pirsan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê bi Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê re danûstandinan li ser rewşa deverê û çend pirsên ji bo her du aliyan giring dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 06.05.2024) ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetula Eluzma Seyîd Elî Xamineyî re civiya”.
Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina Seyîd Elî Xamineyî diyar kir û berhevî û xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên wê bi Komara Îslamî ya Îranê re di hemî waran de tekez kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa spasiya alîkarî û piştgiriya Îranê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê tekez kir.
Di tewerekî din ê wê civînê de, her du aliyan tekez li ser giringiya peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir û ji bo pêdivîtiya parastina aramî û seqmgirî û berfirehkirina alîkariyên hevpar ên Komara Îslmaî ya Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hevnerîn bûn.
Rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên ji bo her du aliyan giring mijarên aliyekî din ê wê civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Yekşem, 05.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Tehrana paytexta Komara Îslmaî ya Îranê.