Şandeke Geştyariya Kurdistanê li Dubey tevlî Pêşangeha Sûka Geştyariyê ya Erebî dibe

Şandeke Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê li Dubey
Şandeke Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê li Dubey

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê li Dubey bi hejmareke kompaniyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê re tevlî Pêşangeha Sûka Geştyariyê ya Erebî ATM dibe.

Pêşangeha Sûka Geştyariyê ya Erebî ATM bi tevlîbûna hejmareke zêde ya kompanî û dezgehên geştyariyê yên welatan bi rê ve çû, ku wekî yek ji pêşangehên here giring ên cîhanê di warê geştyariyê de tê hesibandin.

Herwesa ev ji bo cara yekê ye ku zêdetirî 70 kompaniyên geştyarî û balafirvaniyê yên Herêma Kurdistanê mil bi milê şanda geştyariyê li standa girêdayî Herêma Kurdistanê pişkdar dibin.

Armanca tevlîbûna şanda Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê di wê pêşangehê de ji nasandin û berbazarkirina cihên geştyarî û şûnwarî yên Herêma Kurdistanê pêk tê, herwesa aşnakirina pişkdarên wê pêşangehê bi xweza û rolê Herêma Kurdistanê di avakirina şaristaniyê û çêkirina pira peywendiyan di navbera kompaniyên geştyariyê yên Kurdistanê û welatên pişkdar de, bi wê meremê ku bala geştyaran bikêşe.

Di vê tevlbûnê de gelek peymanên cuda cuda di navbera kompaniyên Kurdistanê û yên biyanî yên pişkdar de hatin îmzakirin, ya ku îsal hatiye dîtin ew bû ku zêdetirîn serdan ji bo standa geştyariyê bûn.

Fly Erbil Advertisment