Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya hikûmetê bo binkeya Laleşê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im Bingeha Laleşê berdewam be di xizmetkirina çanda resen a Kurdî û pêşxistina dab û nerîtên civaka Êzidî û canê biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, pîrozbahiyê li Serok û endamên Komîteya Bilind û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha got: “Hêvîdar im Bingeha Laleşê berdewam be di xizmetkirina çanda resen a Kurdî û pêşxistina dab û nerîtên civaka Êzidî û canê biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bi vê hilkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bingeha Laleşî û mafên xwişk û birayên Êzîdî bi giştî tekez dikin.”

Fly Erbil Advertisment