Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê zêde bûye

Diyarbekir (K24) - Li gorî daneyên Saziya Amaran, di meha Adarê de li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê gorî meha beriya wê daketiye û bûye %8.6, lê rêxistinên karkeran dibêjin ew yek ji rastiyê dûr e û gelek karkerên niha di kar de ne didin zanîn ku karek wan ê mayînde nîne.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê TUÎKê daneyên bêkariya meha Adarê parve kirin û da zanîn ku bêkeriya di meha Sibatê de %8.7 bû di Adarê de daketiye %8.6ê û bûye 3 milyon û 57 hezar û 19 hezar kêmbûn çê buye. Dema karkerên bi awayeke demsalî di qada çandinî û geştiyariyê de dişixulin jî berçav werin girtin rêjeya bêkariyê dibe %24.1, Nunerên Karkeran jî dibêjin ew dane ne rast in û nava saleke bêkariyê de 1 milyon û 2 hezar zêdebûn çê buye.
Cîgirê Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Umît Umdu di vî warî de ragehand, “Berê 2-3 kes dihatin cem me kar ji me dixwestin. Niha ev yek bûye 10 kes ku ev tenê dide xuyakirin ku bêkarî bi dawî nebûye, berovajiyê ku tê gotin zêde bûye, bila dane rast parve bikin.”
Li Tirkiyeyê pîvana temenê karkeriyê navbera 15 û 64ê de ye ku xema peydakirina kar jî herî zêde di nava ciwanan de xwe dide der ku gelek ciwanên ku xwenda ne ji wê yekê bi gilî ne ku karek mayînde nikarin peyda bikin ku ev yek jî pirsgirêkek din ê qada bêkariyê ye.
Behiyan Demîr ê karker jî got, “Berê min di qada çandiniyê de kar dikir, 5 salan min ew kar kir. Paşê derbasî qada tekstîlê bûm lê şert û mercên wan giran bûn, bi çavên robotan li me dinihêrîn, 11 mehan jî min li wir kar kir. Niha jî 6-7 meh in li vê derê me. Pirsgirêka me ew e ku karek mayînde peyda nabe.”
Wezareta Karên Darayî ya Tirkiyeyê da zanîn ku di çarçoveya bergiriyên aboriyê de, dewlet dê 3 salan qasî hijmara malnişînan personelên nû bo dewletê bistînin. Ev yek jî pêşbiniyek dide ku dê ev bergirî bi xwe pirsgirêka bêkariyê bîne ku rêjeya bêkariyê zêdetir bibe.