Serokê Herêma Kurdistanê behînameyekê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wergeriyana paseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê û mirina çar xwedekaran û birîndarbûna heft xwendekarên din, Serokê Herêma Kurdistanê behînameyekê belav dike.
Di pareke wê behînameyê de hatiye, “Rûdana îro ya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê ez ji dil xemgîn kirim”.
Tekista behînameya Serokê Herêma Kurdistanê:
Rûdana îro ya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê ez ji dil xemgîn kirim. Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên wan xwendekaran dikim, ez di vê xem û nexweşiya wan a biazar de hevsoz û hevxemê wan im.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bi malbat û kesûkar û hevalên wan bide. Ez daxwaza çarebûneke bilez ji birîndaran re jî dikim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/04/2024