Serok Barzanî behînameyekê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wergeriyana paseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê û mirina çar xwedekaran û birîndarbûna heft xwendekarên din, Serok Barzanî behînameyekê belav dike.
Di pareke wê behînameyê de hatiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve min nûçeya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst”.
Tekista behînameya Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve min nûçeya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê rûdana xembar dikim û xwe hevparê xema wan dizanim.
Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku şîfayeke bilez bide birîndaran û canê qurbaniyan jî bi behişta berîn şa bike.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
14ê Gulana 2024ê