Vedant Patel ji bo K24ê: Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û zelal dikin

Vedant Patel
Vedant Patel

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û zelal dikin”.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro (Sêşem, 14.05.2024) ragehand, “Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û zelal dikin û em hemî aliyan pal didin ku pişkdariyeke berfireh tê de bikin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê herwesa got, “Em aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”.

Herwesa tekez jî kiriye, “Em wekî berjewenda gel û niştîmanê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên piroseya hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Fly Erbil Advertisment