Li Tirkiyeyê bihayê derbasbûna rêyan û piran tê zedêkirin

Stenbol (K24) - Li gor biryara Birêveberiya Giştî ya Rêyan a Tirkiyeyê, bihayê derbasbûnê ji piran û rêyên otoban ji 15ê Tirmehê pê de ji sedê 50 zedêtir hat girankirin.

Li gor vê bihayê derbasubûna pira Fatîh Sultan Mehmed ji 15 lîreyan bû 24 lîre. Heqê derbasbûna pira Osmangaziyê jî ji 290 lîreyan bû 399 lîre.

Herwiha bikaranîna rêyên anatolyayê yên di navbera Stenbolê û Enqereyê de jî bo otomobîlan bûye 134 lîre, li rêya Enqereyê û Nîxdeyê jî bûye 295 lîre.

Ev biryar dê îşev seet 24.00 bê bicihanîn.

Fly Erbil Advertisment