Wezîrê Rewşenbîrî: Cihêrengiya cilûbergên kurdî, nîşana dewlemendiya çanda gelê kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, dewlemendî û cihêrengiya cilûberg û şal şepikên kurdî, nîşana dewlemendiya çanda gelê kurd e.
Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemeyê Hemeseîd îro 15ê Gulanê gotarek li Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî li Zaxoyê pêşkêş kir û tê de got jî: “Cilûberg wek beşek ji çanda netewî, beşek ji stratejiya Wezareta Rewşenbîrî bo parastin û pêşxistina nasnameya neteweyî li ser asta navdewletî ye.”
Hemeyê Hemeseîd got jî, dewlemendî û cudahiya cilûbergên kurdî li gorî navçeyan, nîşana dewlemendiya çandî ya gelê kurd e û divê bê parastin.
Herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezaretiya Rewşenbîrî û Ciwanan, piştevaniya her hewleke wiha dike.
Wezîrê Rewşenbîrî Ciwanan hêvî xwast ku ev festîval bibe kevneşopiyeke salane ku tê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û komarên Yekîtiya Sovyeta berê beşdar bibin, ji bo zêdetir nasandina cilûbergên kurdî.
Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro 15.05.2024 li Zaxoyê bi diruşmeya “Welat Dayîk e û Çand Nasname ye” bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê dest pê kir û tê de şal û şepik û cilûbergên gelêrî yên kurdî yên ji parçeyên Kurdistanê tên pêşandan.
Mêvan ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji konsulxaneyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê di festîvalê de beşdar dibin.