Hevserokê DEM Partiyê li ser biryarên di Doza Kobanê de: Em vê biryarê nas nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, derbarê biryarên di Doza Kobanê de got: “Em vê biryarê nas nakin. Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî cezakirina siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin, daxuyanî dan. 

Bakirhan ku di daxuyaniyê de axivî û got: “Careke din leke hata ser dîroka darazê ya Tirkiyeyê. Çete, mafya bi şev û bi roj serbest digerin, kujer serbest digerin. Yên kurd di bîrên asîtê de kuştine û bi hezaran kes kuştin serbest digerin. Lê kurd û şoreşger îro tên cezakirin. Em vê biryarê nas nakin. Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in.”

Ev daxuyaniya Hevserokê DEM Partiyê piştî wê tê, Dadgeha Giran a Enqerê îro di rûniştina 83. a Doza Kobaniyê de, cezaya girtîgehê li hevserokên berê yên HDPê û hejmarek berpirs û endamên wê partiyê birîn.

Di dozê de, 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahettîn Demîrtaş, 19 salan cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdag û 10 sal cezayê girtîgehê li erokê Şaredariya Mêrdînê Ahmed Turk hatin birîn. 

Fly Erbil Advertisment