Daxwaza nûjenkirina perestgeha Anahîta ya li Kengawerê tê kirin

Perestgeha Anahîta li Rojhilatê Kurdistanê
Perestgeha Anahîta li Rojhilatê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûniştvanên bajarê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê daxwaza nûjenkirina perestgeha Anahîta dikin, ta ku bibe beşek ji cihên geştiyariyê li herêmê.

Perestgeha Anahîta li bajarê Kangawer ê parêzgeha Kirmaşanê ye. Perestgeh avahiyek mezin a ji kevir e ku ji bo rûmeta Anahîta, xwedawenda Bihar û baranê hatiye avakirin. Hin çavkanî di baweriyê de ne, ku ew yek ji koşkên netemam ên Xesrew Parwîz, padîşahê dawî yê Împaratoriya Sasaniyan e.

Perestgeha Anahîta li Rojhilatê Kurdistanê

Perestgeha Anahîta ku mezintirîn avahiya ji kevir a Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 1957’an de ji ber erdhejeke bihêz, beşeke min jê rûxiya ye, lê dîsa jî diyar e ku ew yek ji avahiyên herî ciwan ên serdema xwe bû.

Tê gotin: “Kengawer di nav keşûhewayeke gelek baş de ye, ji ber wê jî paytexta dewletên Aşkaniyan û Sasaniyan bû. Di Zerdeştiyê de xwedawenda Anahîta hebûye, li gorî vegotinên dîrokî, perestgeha Anahîta di dawiya serdema Aşkaniyan de hatiye avakirin û hin jêder jî dibêjin ku di serdema Sasaniyan de hatiye avakirin. Perestgeh ji aliyê rûberê ve, perestgeheke pir mezin e, her çendî dikare bibe cihekî geştiyariyê pir girîng jî, lê mixabin tiştek jê re nehatiye kirin.”

Hin çavkanî dîroka perestgehê vedigerînin bo ola Mîtrayayî, di sedsalên berî zayînê de, hinên din jî dibêjin ku di dema Axamenişiyan de dest bi avakirina wê hatiye kiriye.

Perestgeha Anahîta li Rojhilatê Kurdistanê

Hin çavkaniyên din jî, dîroka kevirê bingehîn ê perestgehê vedigerînin serdema desthilatdariya Xesrew Parwîz Sasanî. Hejmarek lêkolîner jî di wê baweriyê de ne, di sedsala sêyemîn a berî zayînê de dest bi avakirina wê bûye. Lê her kes dipejirîne ku di salên dawî yên Împaratoriya Sasaniyan de temam bûye.

Welatiyekî Kangawer got: “Kangawer dergehê parêzgeha Kirmaşanê ye. Perestgeha Anahîta duyemîn avahiya kevirî ya dîrokî ya Îranê ye. Hêvîdar im rayedar ji bo kar ji bo nûjenkirina wê bikin, ji ber ku dikare bibe navendeke girîng a geştiyariyê li parêzgeha Kirmaşanê.”

Perestgeha Anahîta li ser girekî 32 metre bilind li Deşta Kangawer hatiye avakirin. Derdora perestgehê bi dîwarên kevirî hatiye dorpêçkirin û bi heman keviran çend seko hatine çêkirin. Rûyê sereke yê perestgehê li aliyê başûrê gir e. Li ber deriyê wê jî, du rêz pêlik hene ku mirov digihînin nava perestgehê.