Serbest Lezgîn: Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di navbera Cotmeh û Mijdarê de tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de dibêje, “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê jivaneke nû ji bo hilbijartinan diyar bike”.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê Serbest Lezgîn îro (Sêşem, 28.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Danûstandin bi Komisyon, Desteya Dadweriyê, Dadgeha Federalî û aliyên siyasî re li Bexdayê berdewam in, ku hin guhertin hatine kirin û hin jî li van nêzîkan tên kirin”.
Serbest Lezgîn di derheqa destnîşankirina jivaneke nû ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de got, “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê jivaneke nû ji bo hilbijartinan diyar bike”.
Navbirî amaje jî da, “Em pêşbîniyê dikin ku biryara hilbijartinan ji bo Cotmehê an jî serê Mijdarê be, lê ew jî divê bi aliyên peywendîdar û Komisyon û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re bi lihevkirin be”.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê di derheqa pejirandina şertên PDKyê de jî got, “Hin şert hatine pejirandin û hin guhertin hatine kirin, mimkin e hemî tişt jî bi dilê mirovî nebin. Ew guhertinên hatine kirin ji bo helwesta PDKyê vedigere ji ber ku eger PDKyê tekez nekiriba û helwest neba, mimkin e gelek tişt nedihatin kirin, wekî şêwazê teknîkî û dengdan û cudakirina dengan li ser pêkhatan”.