Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Muhsin Mendelawî re civiya

Nêçîrvan Barzanî û Muhsin Mendelawî
Nêçîrvan Barzanî û Muhsin Mendelawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet civiyan û tekez li ser giringiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federalî de kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li Bexdayê bi Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî re civiya.

Di wê civînê de tekez li ser giringiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federalî de hat kirin.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Dîlan Barzan got, “Mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi berpirsên bilind ên Îraqê re ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.

 

Fly Erbil Advertisment