Mesrûr Barzanî: Divê destûr ji bo çareseriya duberekiyên Hewlêr û Bexdayê bingehek be

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em bi Fayeq Zêdan re hevnerîn bûn ku destûr ji bo wê yekê ye ku mafên hemî gelê Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de bên dabînkirin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez bi dîtina Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê Dadwer Fayeq Zêdan dilxweş bûm.”

Mesrûr Barzanî amaje jî daye, “Em li ser wê yekê hevnerîn bûn ku destûr ji bo wê yekê ye ku mafên hemî gelê Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de bên dabînkirin.”

Navbirî tekez jî kiriye, “Divê destûr ji bo çareseriya duberekiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bingehek be”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan civînan jî bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê Dadwer Fayeq Zêdan re bû.

Fly Erbil Advertisment