Amerîka: Şert û mercên niha ji bo vegera penaberên Sûrî ne gunayî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê tekez kir ku rêjîma Esed dikare şert û mercên pêwîst ji bo vegera penaberan çêbike, û tekez kir ku şert û mercên niha ji bo vegerê ne li berdest in.
Balyozxaneyê got, piştî bêtirî 13 salan ji şoreşa Sûriyeyê, rêjîma Esed û aliyên din îdia dikin ku şert û merc hene ku rê didin penaber bi ewle û dilxwazî vegerin navçeyên xwe. Lê di rastiyê de, Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mirovî yên din piştrast kirin ku şert û mercên Sûriyeyê îro ne guncayî ne ji bo vegereke mezin a koçber û penaberan.
Balyozxaneyê amaje bi wê yekê kir ku kilîta çêkirina şert û mercên pêwîst ji bo vegera penaberan di destê rêjîma Esed de ye, ew jî bi rêya nehîştina leşkeriya bi darê zorê, garantîkirina mafên xanî, zevî û milk, rawestandina binpêkirinên mafên mirovan û bidestveanîna pêşketineke rasteqîn ber bi çareseriyeke siyasî ji aloziyê re li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya (2254).
Balyozxaneyê destnîşan kir, di sala 2023an de Tora Sûrî ya Mafên Mirovan bi sedên haletên girtina penaberên ku ji derve vegeriyane belge kirin ku rûbirûbûyî girtinê yan leşkerkirina bi darê zorê hatine, ji bilî destdanîna ser mal û milkan wan.
Balyozxaneyê daxwaz kir ku vegera penaberan bo Sûriyeyê bi dilxwazî, ewle, bi rûmet û berdewam be û bi hevahengî ligel Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî be.
Ji aliyê xwe ve, Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya derbarê Sûriyeyê û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî di dema dawî raporek belav kirin û tê de piştrast kirin ku Sûriye hîn ji bo vegera penaberan ne ewle ye û kesên ku vedigerin tên armanckirin.