Hewlêr amadekariyan ji bo pêşwazîkirina serdankerên Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Hewlêrê civîneke berfireh ji bo berheviyên pêşwazîkirina serdankerên wê yên ji Îranê hat kirin, ku her sal ji bo tevlîbûna di Çilrojka Îmam Hisên de di Herêma Kurdistanê re ber bi başûrê Îraqê ve diçin.
Parêzgeha Hewlêrê di ragehandinekê de parve kiriye, “Ev civîn bi merema hêsankariyan ji bo serdankerên Îranê û tevlîbûna wan di Çilrojka Îmam Hisên de hat kirin, ku biryar e bi rêya deriyên sinorî yên Hacî Omeran û Temerçînê re serdana cihên pîroz ên li başûrê Îraqê bikin”.
Herwesa tekez li ser birêvebirina karûbarên serdankeran û dabînkirina cihên hewandinê û xwarin û vexwarin û xizmetkariyên giştî ji wan re û paştir veguhastina wan ji bo Hewlêrê û paşî birêkirina wan ber bi Bexdayê ve hat kirin.
Ew civîn bi serperiştiya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û amadebûna Birêveberê Giştî yê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî, Qayimqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê, Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Serperiştê Deriyê Hacî Omeranê, Nûnerên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê û Nûnerên Hatinûçûnê, Asayîş, Polîs, Veguhastin, Geştyarî, Ewqaf, Tendirustî û Westgeh û Deriyan hat kirin.