PWK:Em biryara danîna qeqûmî ya li ser Şaredarîya Colemêrgê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê bi daxuyaniyekê merazîbûna xwe li hemberî biryara danîna qeyum bo Şaredariya Colemêrgê û ragihand, “da u wiha got: “Ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, tune hesibandina îradeya dengderên Colemêrgê ye”
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:
“Em biryara danîna qeqûmî ya li ser Şaredarîya Colemêrgê şermezar dikin
Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê (Hekarî). Serokê Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Sidîq Akiş jî ji alîyê polîsan ve hatîye desteser kirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, Parêzgerê (Walî) Colemêrgê wek qeyûm danîye ser Şaredarîya Colemêrgê.
Ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, tune hesibandina îradeya dengderên Colemêrgê ye. Em vê biryarê şermezar dikin.
Divê rêz li îradeya dengderên Colemêrgê û li mafê hilbijartinê bê girtin û di demildest de, Serokê Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Sidîq Akiş careke din wek serokê şaredarîyê vegere ser wazîfeya xwe.”