Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta xûşk û birayên Êzidî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Lalişê dike û di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re radigehîne, “Em dixwazin karekî wesa bikin ku birayên me yên Êzidî yên Şingalê vebigerin ser warê xwe û deverên xwe bi rê ve bibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 03.06.2024) di berdewamiya serdan û çalakiyên xwe yên li sinorê parêzgeha Dihokê de serdana Peristingeha Lalişê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke taybet ji K24ê re da, tê de dilxweşiya xwe ji bo serdana Lalişê diyar kir û ragehand, “Êzidî xûşk û birayên me ne û Kurdên resen in. Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta xûşk û birayên Êzidî bikin.”
Mesrûr Barzanî tekez kir ku Êzidiyatî yek ji dînên resen ên Kurdistanê ye û got, “Cihê şanaziyê ye û em dilxweş in ku derfet hebû em ji nêz ve serdana Lalişê bikin û Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî bibînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a gotara xwe de ragehand, “Divê em karekî wesa bikin ku ew Êzidiyên ji Şingalê aware bûne bi serbilidî û keramet vebigerin ser warê xwe û desthilat û ewlehiya deverên wan di destên wan bi xwe de be, tevî ku niha jî li welatê xwe û di nav xûşk û birayên xwe de ne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser qerebûkirina Êzidiyan û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji wan re kir ji ber wê xedra li wan hatiye kirin, herwesa tekez kir ku divê karekî wesa bê kirin ku careke din çi kesek hizir di wê yekê de neke ku destdirêjiyê an jî zordariyê li dijî Êzidiyan bike.