Kemal Mihemed: Civîna sêalî li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî Gera 27ê ya Konferansa Navdewletî ya Aborî ya Saint Petersburgê li Rûsyayê bûye, îro jî tevlî çend panelan bûye û biryar e bi çend karbidestên Rûsyayê re jî bicivin.
Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Hatina me wekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê konferansê li ser daxwaznameyekê bû ku ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hatibû.”
Kemal Mihemed herwesa got, “Ev konferans her sal li Sanit Petersburgê tê kirin, lewma Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku em li vê konferansê berhev bibin. Îro jî penelek li ser enerjiyê hebû ku wezîr û kesatiyên çend welatan tevlî wê bûn, wekî Serokwezîrê Rûsyayê, Wezîrê Petrolê yê Erebistana Siudiyê, wezîrên Îmarat û Fenzwêlayê û herwesa Gas Prom.”
Navbirî amaje jî da, “Ew kompaniyên li Herêma Kurdistanê kar dikin tenê kompaniyên Rûsyayê nînin belkî kompaniyên Amerîkayê û Ewropayê û Tirkyeyê jî ne. Ji ber karkirina kompaniyên Gas Prom û Ros Neftê li Herêma Kurdistanê ku roleke baş di diyaseta Rûsyayê de heye, em jî tevlî vê konferansê bûne.”
Wezîrê Samanên Xwezayî eşkere jî kir, “Ev nêzî salek û sê mehan e ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin, lewma bizavên serekî yên me û wan kompaniyan ew in ku bi Bexdayê re bigehin lihevkirinekê ji bo ku hinardekirina petrolê dîsa dest pê bike û kompanî jî zeviyên petrolê pêş bixin û berhemî zêde bikin.”