Li Tirkiyeyê bi milyonan xebatkar li hêviya zêdekirina mûçeya herî kêm in
Stenbol (K24) – Pirsa zêdekirina mûçeya herî kêm dîsa yek ji rojevên germ ên Tirkiyeyê û bimilyonan xebatkar bihêvî ne ku hikûmeta Tirkiyeyê meha bê mûçeyên wan zêde bike. Lê hikûmeta Tirkiyeyê jî bi armanca kêmkirina rêjeya helawsanê, xwe ji zêdekirina mûçeya herî kêm dûr digre.
Li Tirkiyeyê bi milyonan xebatkar xema zêdekirina mûçeyên xwe di meha Tirmehê de dixwin. Herçend berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê eşkere kiribin ku meha bê mûçeya herî hêm zêde nakin, xebatkar beramber giranbûna debara jiyanê û helawsana dijwar hêviya zêdekirina mûçeya xwe ne.
Welatî: “Merc e ku mûçeya herî kêm were zêdekirin. Dahata me bi zehmetî têra me dike an jî nake. Heqê kirê ji sedî 100 giran bûne. Lewma beramber vê jî divê mûçe werin zêdekirin.”
Welatî: “Divê dewlet mûçeyan zêde bike lê divê ev zêdekirin bi dilê welatiyan be daku bikarin debara xwe bikin. Îro nanek bûye 10 lîre, û em du kes biçin xwaringehekê xwarin bixwin dike 700 lîre. Aborî bi rastî jî têk çûye.”
Hin welatî jî di wê baweriyê de ne ku, zêdenekirina mûçeya xebatkaran ne çare ye û helawsanê nayne xwarê. Takeçare tengkirina cûdahiya dewlemend û hejaran e û eger pirsgirêkên aboriyê neyên çareserkirin ehlaq û derûniya civakî ber metirsiyê ye.
Welatî: “Eger meha bê mûçe neyên zêdekirin dê xelk nekarin debara xwe bikin û dê şerê hev dikin. Min wê rojê dît. Xelk li nav bajêr êrîşê hev dikirin. Rewş qet nebaş e û ev hikûmet nikare vê pirsê çareser bike.”
Welatî: “Heke pirsgirêkên aboriyê neyên çareser kirin dê bêehlaqî destpê bike. Binêrin îro xelk ji hevûdu hez nakin û dijayetiya hev dikin. Sedema vê pirsgirêkê jî helawsan e. Lê zêdenekirina mûçeyan pirsa helawsanê çareser nake. Çarserî tengkirina cûdahiya di navbera dewlemend û hejaran e.”
Li Tirkiyeyê asta birçîbûnê gihiştiye 20 hezar lîreyan lê mûçeya herî kêm 17 hezar lîre ye. Heke hikûmet meha bê vê mûçeyê zêde neke, karkerên mûçeya herî kêm dê neçar bimìnin heta dawiya salê di bin asta birçîbûnê de bijîn.