Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê dike

Serok Barzanî û Patrick Dorell
Serok Barzanî û Patrick Dorell

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê dike û tekezê li ser giringiya pêşvebirina peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 09.06.2024) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Dorell kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye ku, di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û Rojhilata Navîn bi awayekî giştî û berbest û astengên di rêya seqamgiriya deverê de hat kirin.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan bal kêşa sewer peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û berdewamî û pêşvebirina peywendiyên dostane yên navbera her du aliyan giring hatin dîtin.

Herwesa Serok Barzanî spasiya Fransayê kir û amaje da ku gelê Kurdistanê qet rolê dostane û erênî yê gel û Hikûmetên Fransayê ji bîr nake ku di qonaxên dijwar de dilsoz û piştevanên gelê Kurdistanê bûn, herwesa behsa helwesta Serok Fransua Miteran di piştgirî û xwedîderketina li gelê Kurd de li sala 1991ê û bizava wî ji bo derxistina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê û çêkirina devereke tena û parastina gelê Kurdistanê kir.

Li dawiya wê hevdîtinê behsa piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin ku biryar e îsal bê kirin û tekez li ser pêdivîtiya birêveçûna wê piroseyê bi awayekî pakij û zelal hat kirin.

Fly Erbil Advertisment