Rêbwar Hesen: Giring e kandîdên Kurd doza Kurdan bigehînin nav Perlemana Ewropayê

Rêbwar Hesen
Rêbwar Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî berê yê Perlemana Swêdê amajeyê dide, “Giring e kandîdên Kurd bigehin nav Perlemana Ewropayê, ji bo ku doza Kurdan bigehînin nav wê perlemanê.”

Endamê berê yê Perlemana Swêdê Rêbwar Hesen ji K24ê re ragehand, “Rêjeya nijadperestiyê li Ewropayê zêde bûye, ji ber rêkxistinên Îslamî rêyê li wê yekê digirin ku neteweyên wan têkelî civaka Swêdê bibin”. Herwesa got, “Rêkxistinên Îslamî li Swêdê li dijî wehevî û demorasî û mafên jinan in.”

Rêbwar Hesen amaje jî da, “Arêşeya tawanan û bêkariyê li Swêdê zêde bûye û bereyê çep nekariye çare bike, lewma bereyê rastrê hatiye pêş û îmkana serkeftina wan di hilbijartinan de zêde bûye.” Herwesa got, “Bernameyên Sosyal Demokratê wekî siyaseta nezan tên binavkirin ji ber ku ew partî li beranberî wan ên ku li dijî demokrasiyê ne nerm bûye.”

Navbirî eşkere jî kir, “Giring e Kurdan ji bo xizmeta doza xwe deng li Perlemana Ewropayê hebe.” Giring jî dît ku kandîd û endamên perlemanê xwedî-şiyan bin ji ber ku arêşe li cîhanê mezin bûne. Herwesa got, “Pirsa Kurdan mirovane û aştîxwazane ye.”

Fly Erbil Advertisment