Macron hilweşandina perlemana welatê xwe ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rengvedana yekê ya encamên berahiyê yên hilbijartinên Perlemana Ewropayê de, Serokê Fransayê perlemana welatê xwe hilweşand û daxwaza hilbijartinên pêşwext ji bo perlemana welatê xwe kir.
Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Yekşem, 09.06.2024) di rengvedana yekê ya piştî ragehandina encamên berahiyê yên hilbijartinên Perlemana Ewropayê de ku rastrê û sosyalist û lîbralan piraniya dengan bi dest xistine, perlemana welatê xwe hilweşand û ragehand, “Em dê li roja 30ê Hezîranê hilbijartinên pêşwext bikin”. Macron herwesa serkeftina neteweyan li Fransa û Ewropayê wekî metirsî wesifand.
Li dû encamên berahiyê yên hilbijartinên Perlemana Ewropayê partiyên rastrê û sosyalist û lîbral piraniya kursiyên Perlemana Ewropayê bi dest xistine.
Berî niha bi çend deqîqeyan, Serokê Partiya Ralî ya Neteweyî, serkeftiyê hilbijartinên Perlemana Fransayê li Perlemana Ewropayê, Jordan Bardella daxwaza hilbijartinên nû yên perlemanê kir.
Li dû zanyaran, partiya opozisyonê ya balê rast, li dû zanyarên destpêkê, 32% ya dengan bi dest xistiye, Partiya Rabûnê ya Emanuel Macron jî di hilbijartinên Perlemana Ewropayê de bi rêjeya 15.4% li rêza duyê ye.