Lêkolînek: Guhertineke demografî ya mezin li Rojavayê Kurdistanê rû daye

Komelgeheke nişticihbûnê li Efrînê
Komelgeheke nişticihbûnê li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka kirîza Sûriyeyê ve ku di sala 2011an de dest pê kiriye û heta niha, guhertineke demografî ya mezin li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê rû daye, çi bi mebest yan bê mebest be.

Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ku Wezareta Derve ya Almaniyayê piştgirya wê dike di lêkolîneke xwe eşkere dike, di navbera sala 2011an û 2023an de, %54.03 ji xelkê Rojavayê Kurdistanê koçber bûne.

Lêkolîn, 13 bajar û bajarokên kurdî lixwe digire, ew jî: Qamişlo, Heseke, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Tirbesipiyê, Kobanê, Tilrtemir, Cindrêsê, Şiyê, Raco û Şera.

Li gorî wê lêkolînê, di sala 2010an de, hejmara neşticiyên bajarên navbûrî 1 milyon û 287 hezar û 161 kes bû, lê ji wê demê û heya sala 2023an, 695 hezar û 473 kes ji wan penaberî welatên herêmê û Ewropayê bûne.

Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî diyar dike, di dema ku xelkê wan navçeyê derdiketin û dibine penaber, 434 hezar û 224 welatiyên Sûriyeyê yên ji pêkhateya ereb li wan navçeyê hatine bicihkirin.

Di lêkolînê de tê eşkerekirin, guhertina demografî ya herî mezin û metirsîdar li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bûye. Li gorî amaran, di sala 2010an de 32 hezar û 947 kes li navçeyê dijîn, lê di sala 2023an de hejmara xelkê resen ê navçeyê daket 8 hezar û 883 kesan, li hemberê 42 hezar Ereb li wê navçeyê hatine bicihkirin.

Sedemên penaberiya kurdên Rojavayê Kurdistanê cuda ne. Li gorî lêkolînê, lê di serî de rewşa aborî ya xerab, êrîşên berdewam yên Tirkiyeyê, lêşkeriya neçar ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye sepandin, guhertina minhacê xwendinê, lê li Efrînê sedema rasteqîne ya koçberiye, dagîrkirina wê herêmê ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike û kiryarên wan ne.

Fly Erbil Advertisment